Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û KNK’ê bi boneya cejna Êzî peyam dan û cejn pîroz kirin.
Aliyan hêvî kirin ku ev cejin aramî û ewlehiyê bi xwe re bîne.
Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi wesîleya Cejna Êzî ya civaka Êzidî peyameke pîrozbahiyê weşand.
KNK’ê cejna Êzî li bawermendên Êzidî û Kurdan pîroz kir û hêvî kir ev cejin aramiyê bi xwe re bîne.
KNK’ê got:
“Bi hev re jiyan, aştî û aramiya civakê ji armancên herî bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye.
Ji bo xwegihandina van armancan jî ked, kar û xebat pêwîste. Hêvîdarin ku tevgera me di vê arasteyê de be.”