Elî Şemxanî daxwaza derxistina hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji Iraqê kir

Sekreterê Konseya Bilind a Asayîşa Nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî, daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê derbixe.

Bi idîaya xurtkirina têkiliyên di navbera Iraq û Iran de, doh li Tehranê Elî Şemxanî û Mistefa Kazimî civiyan.

Di civînê de, Sekreterê Konseya Bilind a Asayîşa Nîştimanî ya Îranê daxwaz ji Mistefa Kazimî kir ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê dorpêç bike û wan bi lez ji Iraqê derbixe.

Elî Şemxanî xwest jî ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê jî werin derxistin.

Şemxanî li ser hêzên rojhilat yên ku li dijî rejîma Îranê têkoşîna çekdarî dimeşînin got:

“Tevgera wan ewlehiya sînorên navbera herdu welatan têk dibe.”

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku di nava hefteyekê de 2 caran balafirên bê mirov yên dewleta Iranê deverên Baradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin, lê Iraq tu bertek neda.

Back to top button