Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Em ji bo parastina herêmê amadene

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew amadene ku herêmên xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Rêveberên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê amadebûna hêzên xwe ji bo parastina herêmê piştrast kirin û diyar kirin ku ji bo şikandina her êrîşekê li ser herêmê amade ne.

Meclisê diyar kir ku ew rê nadin ti kesê ku ji aramiya herêma ku bi saya xwîna bi hezaran şehîdan ji destê terorîstan hatiye rizgarkirin tawîz bide û diyar kirin ku dê herêmê bi hemû mezheb, pêkhate, ol û baweriyên xwe biparêzin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên wan wê bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe ya ji bo parastina herêmê û destkeftiyên şoreşê bidomînin û welatekî ewle û demokratîk ku edaleta civakî di nava hemû pêkhateyan de pêk tîne, bidomînin.

Back to top button