Bi dirûşma “Berxwedana rêber Apo ya Îmralî bû dilê gel ji bo azadiyê”, Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi koordîneya Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê, ji bo şermezarkirina tecrîdê meşek li dar xist.
Di meşê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.
Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û heta ber bi navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ve meşiyan.
Li wir, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide ku gelê Kurd ji rêberê wî qut bike, da ku hêviyên gel têk bibe, lê em soz didin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em dê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştre, endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê Bedran Hemo jî diyar kir ku Îmralî bû dergehê azadî, aştî, demokrasî û biratiya gelan û teqezî bi girîngiya bangkirina bi azadiya rêber Ocalan da.



