Şêniyên Reqa ji bo tecrîda li dijî Rêber Apo çalakiya konvedanê dest pê kirin

Şêniyên Reqayê îro li bajêr çalakiya konvedanê dest pê kir û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîda li ser wî, kir.

Bi navê Meclisa Qanûsaz a Reqayê, endamê meclisê şêx Mihemed El Bohebal axivî û got: “Raste bedenê serok girtiye lê ew nekarin li hember gelê ku hêza xwe ji rêber wergirtiye û felsefeya wî ji xwe re kiriye çirûska azadî û rûmetê bisekinin.

Em bang li NY û tevahî gelê demokratxwaz dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku rêber Ocalan ji girtîgehê derxe.”

Cîgirê Hevserokê Komîteya Tenduristiyê Reşad Mihemed jî axivî û got:

“Heke xeyal dikin ku bi dîlgirtina rêberê me dê tevgerên azadiyê tune bikin, hûn şaş in, ji ber ku yên xwedî li fikir û felsefeya rêber Ocalan derdikevin, bi xwe Ocalan in û tu carî fikrê Ocalan tune nabe.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemûd jî bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navnetewyî kir ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin ku doza wî bûye dozeke navnetweyî.

Back to top button