Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 11 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine.
Li gorî daxuyaniyê, 7 kes ji wan li Silêmaniyê, kesek li Derbendîxan û 3 kes li Helebçeyê ne.
Ev kesên pêketî, 2 jin, 5 mêr û 3 zarok in.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, jimara giştî ya nexweşan 201 kes e û heya niha 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 62 kes rehet bûne.