30 Hezar kes serî li navenda koordînasyona krîzan a HDP’ê dan

30 hezar mexdûrên erdhejê serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan.

Xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê ku HDP’ê piştî erdhejê ava kiribû, berdewam in.

Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiyê navenda koordînasyonê koordîne dike.

Li gel navendên krîzê yên li 10 bajaran hatine avakirin, Navenda Koordînasyona Krîzan ku 50 kes lê dixebitin, bi awayekî 3 wediyan 24 saetan dixebitin.

Ji saet 14.00’an ve 30 hezar mexdûrên erdhejê serî li Navenda Koordînasyona Krîzan da.

HDP’ê di çarçoveya van agahiyan de bi hezaran agahî dan AFAD’ê.

Her wiha gelek kes jî ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re xwe gihandin HDP’ê.

Back to top button