Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana mexdûrên erdhejê kir û piştgiriya xwe ji bo malbatên li ber kavilan disekinin ragihandin.
Şandeya HDP’ê û DBP’ê li Amedê serdana malbatên qurbaniyan ku li ber 7 kavilên avahiyên li Amedê disekinin kir.
Şandeya ku ji aliyê Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ve hat erikdarkirin, di serdanê de peyama piştevaniyê da malbatan û sersaxî ji wan re xwest.
Şandeyê ji malbatan derbarê geşedanên xebatên lêgerînê de agahî girtin.
Her wiha şandeyê destnîşan kir ku ew ê di vê pêvajoyê de di nava hevgirtinê de bin.