Endamê Partiya Çep, Hec Ferhan: Bila Başûrê Kurdistanê sûcên Îtîlafê jibîr neke

Derbarê pêşwazîkirina çeteyên Îtîlafa Sûrî li Hewlêrê, bertek mezin dibin.
Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hec Ferhan pêşwaziya Îtîlafa Sûrî şermezar kir û got ku divê Başûrê Kurdistanê sûcên Îtîlafê jibîr neke.
Endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê jî bang li gelê Başûr kir ku dijî serdana çeteyên Îtîlafê nerazîbûnê nîşan bide.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hec Ferhan pêşwaziya Hewlêrê ya ji çeteyên Îtîlafa Sûrî re şermezar kir.

Hec Ferhan got ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê parastina dîroka xwe bike û sûcên ku çeteyên îtîlafê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne jibîr neke.

Rewşenbîrên Cizîrê: Bila gelê Başûr bertekê nîşan bide

Endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê jî helwesteke tûj li hemberî pêşwazîkirina El-Herîrî li herêma Başûrê Kurdistanê nîşan da.

Rewşenbîran bang li gelê Başûr kir, ku li dijî vê yekê bertekan nîşan bide.

Dr. Rizgar Qasim: ENKS hevkarê Îtilafê ye û li dijî doza Kurd e

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim ji Ronahî TV re axivî û pêşwazîkirina Mesûd Berzanî ya kujerê gelê Kurd ne layiq dît.

Dr. Rizgar Qasim destnîşan kir ku ENKS’ê hevkarê Îtîlafê ye û bi doza Kurdan dilîze û divê hêdî gel bes çepkan jê re lêxe.

Şêniyên Til Koçerê: Armanc hedfgirtina biratiya gelan e

Li navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişlo jî, şêniyan bi daxuyaniyekê serdana çeteyên Îtîlafê ji bo Hewlêrê şermezar kir.

Şêniyan diyar kirin ku ev serdan ne di berjewendiyên gelên Sûriyê de ye û armanca wê jî hedefgirtina biratiya gelan e.

Back to top button