Duh bi Pêşengiya KNK li Belcîkayê Komcivîna diyaloga Kurdî-Erebî hat lidarxistin .
Komcivîn bi armanca çareserkirina pirsgirêkên bingehîn taybet li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê pêk hat.
Tevî beşdarên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê, siyasetmedar, çalakvan û rojnemevan ji gelek welatên ereban jî beşdarî komcivînê bûn.
Armanca wê çareserkirina pirsgirêkên bingehîn û xurtkiirna hevgiretin û hevkariya gelên herêmê bû.
Komcivîn bi encamnameyekî bi dawî bû, li gorî wê;
- Projeya xwişk û biratiya gelan di navbera gelê herêmê de were xurtkiirn.
- Rêbazên çareserkirinê bêyî nakokiyên mezhebî û neteweyî werin bipêşxistin.
- Têkoşîneke hevbeş were meşandin ku îradeya gelan sas were girtin.
- Nerînên siyasî ên cuda dûrî berjewendiyan esas were girtin.