Ehmed Dawûd: Dewleta Tirk 500 malbatên Filistînî li Efrînê bi cih kirine

Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawûd dibêje li sûcên Tirkiyê yên li Efrîna dagikirî belge li gel wan hene, ji wan, bicihkirina 500 malbatên Filestînî ne.

Ehmed Dawûd anî ziman ku dewleta Tirk eşkere li herêmên dagirkirî sûcan pêk tîne, ji roja ku ew herêm dagir kirine, guhertina demografîk didomîne.

Ehmed Dawûd eşkere kir ku ”Tirkiyê 500 malbatên Ereb ên Filistînî, li Efrînê bicihkirine.”

Û piştrast kir di der barê van sûcan de belge di destê wan de hene.

Ehmed Dawûd bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyê li herêmên dagirkirî şermezar kir û banga sekinandina wan kir.

Back to top button