Rûspiyên eşîrên Ereb ên bajarê Reqayê diyar kirin ku ew ê li hember hemû êrişan li ber xwe bidin.
Rûspiyê eşîra El-Elî ya bajarê Reqayê Remedan El-Rehal dibêje ku dewleta Tirk dixwaze qirkirina ku berê Osmaniyan pêk anîbû, niha dubare bike.
El-Rehal piştrast kir ”Divê têkoşîn û berxwedan were xurtkirin û axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin were parastin.
Şêxê eşîra El-Hews Deham El-Şiblî jî anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze hin herêmên din ên Sûrî dagirk bike.
Deham El-Şiblî teqez kir ku ew ê rûspiyên eşîran li hember dewleta Tirk û çeteyên wê bi giştî bisekinin.