Çavdêrên Siyasî yên Başûrê Kurdistanê: Tecrîd dûrî pîvanên mirovî û qanûnî ye

Çavdêrên siyasî yên başûrê Kurdistanê derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de axivîn û gotin:
Armanca tecrîdê ne çareserkirina pirsgirêka Kurd e.
Ji bo şikandina tecrîdê divê gelê kurd bi yekdengî zextê bike.

Nêzî 3 salan in Rêberê Apo di bin tecrîdeke giran de ye.

Dewleta Tirk a dagirker daxwazên parêzer û malbatê yên ji bo hevdîtina Rêber Apo bi behaneyên bê bingeh red dike.

Derbarê tecrîda girankirî de çavdêrên Siyasî yên Başûrê Kurdistanê axivîn.

Çavdêr Kawa Nadir diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêber Ocalan dixwaze tevayî gelê Kurd bêdeng bike û wiha dewam kirin:

Pêwîst e tevayî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo rakirina tecîda li ser Rêber Ocalan rabin ser xwe.

Çavdêrên Siyasî: Bi tecrîdê dixwazin gelê Kurd bêdeng bikin

Armanca tecrîdkirina Ocalan ne çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd pêwîstiyek e û pêwîstiya Kurdistanê bi azadiya Ocalan heye.

Çavdêrê siyasî Kawe Nadir bang li gelê kurd kir ku xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

Çavdêrên Siyasî: Armanca tecrîdê neçareserkirina pirsgirêka Kurd e

Her wiha çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanîngehê Qasim Mercanî jî îşaret bi tecrîda li ser Rêber Ocalan kir û got:

Armanca tecrîdê ew e ku doza rewa ya gelê Kurd neyê çareserkirin.

Tecrîd derveyî pîvanên mirovî û navdewletî.

Divê gelê Kurd bi yekdengî zextan li ser dewleta Tirk zêde bike da ku dawî li tecrîdê were anîn û Rêber Ocalan azad bibe.

Li Şengalê çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Apo bi dawî bû

Back to top button