Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sûîqestê weşand ku li Zapê li dijî leşkerên Tirk a dagirker hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; 15’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperê, bi sûîqestê çalakî hate kirin.
Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.”