Çeteyan 2 ciwanên Kurd ji gundê Çeqela Cûmê yê navçeya Cindirêsê revandin.

Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirinên xwe yên qirêj li dijî sivîlan dewam dike. Çetyan 2 ciwanên kurd ji gundê Çeqela Cûmê yê navçeya Cindirêsê revandin.

Her wiha çete, ji bo berdana kesên revandine, ji her kesî 1000 dolar fidyê dixwaze.

Malpera çalakvanên Efrînê, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker Zehîr Hesen Ebdo û Sibhî Cemîl Soranî ji gundê Çeqela Cûmê revandin.

Malperê da zanîn ku 27’ê Gulana 2018’an li heman gundî, çeteyan komkujiyeke meydanî pêk anîbûn.

Çeteyan Welîd Cemîl Soran ê 19 salî û Hisên Ebdil Rehmen Saxêr ê 25 salî kuştin.

Çete kesên direvînin bi 1000 dolarî ber didin

Malpera çalakvanên Efrînê her wiha ragihand ku, çeteyan ji her sivîlekî ji gundê Ba’îdîna yê Mabetayê ku revandibûn 1000 dolar fidiye standin e.

Malperê diyar kir ku çeteyan, Ebdil Reûf Arêf Îbrahîm ê ji gundê Şêxûtka jî piştî ji malbata wî 250 LS birin, ew berdan.

Çeteyên dewleta Tik a dagirker kesên ku nikarin fidiyê bidin, li cem xwe digirin.

Back to top button