Nerazîbûnên li dijî êrişa li ser nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê

Apê Endamê KNKD’ê Şehîd Deniz Cewdet Bulbun, Necîb Bulbun daxwaz kir ku tawanbarê êrişa terorîstî were girtin û ji raya giştî re were eşkerekirin.
Endamên KNK’ê jî diyar kirin êrişa li ser nûnertiya KNK’ê, kiryarek terorîsti ye.
Her wiha Serokê Yekitiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê Cemal Qasim jî got: ” Parastina jiyana endamên KNK’ê berpirsyariya Hikûmeta Herêmê ye.”

Nerazîbûnên li dijî êrişa li ser nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê ku di encamê de nûnerê KNK’ê Deniz Cewdet Bulbun şehîd bû zêde dibin.

Bulbun: Em dixwazin kujer ji raya giştî re were eşekere kirin

Apê Şehîd Deniz Cewdet Bulbun, Necîb Bulbun têkildarî êrişê ji Rojnews re axivî.

Necîp Bulbun diyar kir şehîd Deniz tenê bi pênûsa xwe daxwaza mafên gelê xwe dikir û ji bo vê jî di nava Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de kar dikir û wiha got,

“Weke malbata Şehîd Deniz, em daxwaz dikîn ku kujer were girtin û ji raya giştî re were eşkerekirin.”

Li ser wergirtina cenazeyê Şehîd Denîz jî Necîb Bulbun wiha got;

“Em li benda karûbarên saziya tiba edlî ne da ku cenazeyê Şehîd Deniz wergirin. Dema me cenaze wergirt emê bibin Bakurê Kurdistanê û bi merasîmekê li gundê Dêlezê ya Geverê bispêrin axê.”

Hemedemîn: Armanc dijayetiya yekîtiya gelê Kurd e

Endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî di derbarê armanca êrişê û bêdengiya hikûmeta Herêmê de ji Rojnews’ê re axivîn.

Endamê KNK’ê Şukrula Hemedemîn di derbarê mijarê de wiha axivî:

“Êrişkirina ser navenda KNK’ê, kiryarek terorîstiye ku dagirker dixwazin bi vê yekê gelê Kurd parçe bikin. Armanc dijayetiya yekîtiya gelê Kurd e ku navenda kombûna Kurdane..

Biranetî: Li Başur jiyana her Kurdekî di metirsîyê de ye

Endamê KNK’ê Çeto Biranetî jî diyar kir ev kiryara terorîstî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye plankirin û got:

“Ev buyer nîşan dide ku ji ber hebûna dagirker û terorîstan li Başûrê Kurdistanê jiyana her Kurdekê di metirsiyê de ye.

Cemal Qasim: Parastina jiyana endamên KNK’ê erka hikumetê ya

Têkildarê heman mijarê Serokê Yekitiya Parlementerên Herêma Kurdistanê Cemal Qasim jî got:

“Êrişkirina li ser baregeha KNK’ê û şehîdxistina endamekî wê, karek dijminane ye. Parastina jiyana endamên KNK’ê berpirsyariya Hikûmeta Herêmê ye.”

Cemal Qasim di dawiyê de got:

“Daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku baregeh û ofîsên aliyên siyasî biparêze da ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin.”

Mecîd Hemed Emîn: Divê Kurd li dijî êrişan bibin yek

Endamê Rêveberiya YNK’ê Dr. Mecîd Hemed Emîn jî diyar kir qetilkirina endamekê KNK’ê tiştekê gelek metirsîdare û bang li hêzên ewlekariyê kir ku kujerê Denîz Cevdet Bulbun ji raya giştî re eşkere bikin.

Hemed Emîn dibêje: Divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe avabike da ku bikaribin li dijî hemû êriş û metirsiyan têbikoşin.”

Back to top button