Dewleta Tirk 200 çeteyên din jî bişîne Lîbyayê

Çeteyên Ehrar El Şerqiyê yê ‘Ceyş Elwetenî Sûrî’ amadekariya şandina 200 çeteyên xwe yê din jî ji Efrînê ber bi Lîbyayê dike.

Malpera Afrîn Post, ragihand ku çeteyên Ehrar Eşerqiyê yê dewleta Tirk a dagirker, amadekariya şandina 200 çeteyên din jî ber bi Lîbyayê ve dike.

Malperê diyar kir ku wê ev çete ji Tirkiyê ber bi Lîbyayê werin şandin û bi çeteyên Elwîfaq re şer bike.

Ji destpêka aloziya li Lîbyayê dewleta Tirk a dagirker 3 hezar çeteyên ‘Ceyş Elwetenî Sûrî’ bi 2 hezar doler li wir dide şerkirin.

Back to top button