Li navçeya Serayê ya Wanê leşkerên Tirk û cerdevanan wesayîta penaberan gulebaran kirin.
Li gor ragihandinên Bakurê Kurdistanê leşkerên dewleta tirk û cerdevanan doh li gundê Karahîsarê yê navçeya Serayê ya Wanê wesayîta penaberan ku hat gotin Efxanî ne gulebaran kir.
Di encama gulebaranê de herî kêm penaberek hatiye kuştin û 9 penaber jî birîndar bûne.
Lê li gorî agahiyên ji gundiyan jî hatin girtin di encama gulebaranê de 3 penaber hatine kuştin.