DEM Partî namzetên xwe dan nasîn

DEM Partiyê li Amedê bi bernameyekê namzetên xwe ên ji bo hilbijartinên şaredaeriyan eşkere kir.
Di bernameyê de, dirûşme û strana hilbijartinê jî hate eşkerekirin.
Di peyama beşdaran de hate gotin; Em ê di 31’ê Adarê de qadên civakî û siyasal dîsa ava bikin û qeyûman bişînin.

Li nava Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina şaredariyan, partiyên siyasî ketine tevgerê.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartina 31’ê Adarê, xebatên xwe derxistiya asta jor.

Di vê çarçoveyê de, îro li Amedê, DEM Partiyê namzetên xwe da nasîn.

Di bernameyê de despêkê namzetên jin piştre jî yên mer hatin danasîn.

DEM Partî: Em rê nadin polîtîkayên şerê taybet

Despêkê Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî.

Halîde Turkoglû diyar kir ku wan şahidiya kêliyên dîrokî kirine û got,

Em bi vê hêvî û moralê diçin hilbijartinên 31’ê Adarê.

Em ê qadên civakî û siyasal dîsa ava bikin û qeyûman bişînin.

Bernameya danasînê bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dewam kir.

Tulay Hatîmogûllari jî despêkê siyasetmedarên jin ên girtî silav kir û ev tişt anî ziman:

“Werin em soz bidin ku heta em wan dîwarên girtîgehan hildiweşînin vê têkoşînê bidomînin.”

Tulay Hatîmogûllari jî soza şandina qeyûman da û ev peyam da;

Bi feraseta azadîxwaziya jinê em ê demokrasiya herêmî xurttir bikin.

Berpirsiyarî herî zêde dikeve ser milê me jinan.

Em bi vê wesîleyê soz didin ku em ê serketina 31’ê Adarê diyarî hemû jinên di girtîgehan de ne, diyarî dayikên xwe yên di greva birçîbûnê de ne û Nobeta Edaletê dimeşînin bikin.

Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: rabe dem hat

Piştî axaftinan û pêşandana sînevîzyonê, herî dawî jî strana hilbijartinê ya bi navê “Rabe DEM Hat” jî hat eşkerekirin.

Gotinên stranê ji hêla hunermend Erol Şaybak û Baran Ertaş ve hatine nivîsandin.

Muzîka stranê jî ya Baran Ertaş e.

Back to top button