Li Fînlandiyayê hilbijartina serokkomariyê ji bo tûra duyemîn ma

Li Fînlandiyayê ku ji bo hilbijartinên serokomariyê gel duh çûbû ser sindoqan, îro jimartina dengan bi dawî bû.
Ji ber ku tu namzetan ji sedî 50 dengan nestandin, Hilbjartin ji bo tûra duyemîn ma.

Her çend di hilbijartina hatie kirin de serokwezîrê berê Alexander Stubb li pêş bû jî, ji ber ku tu namzetan ji sedî 50 dengan nestandin, hilbijartin derbasî tûra duyemîn bû.

Li gorî encamên nefermî, serokwezîrê berê Stubb bi ji sedî 27,2 dengan pêşbirkê bi dawî kir.

Wezîrê derve yê berê Pekka Haavisto jî bi ji sedî 25,8 dengan bû duyemîn.

Di nav namzedan de Serokê Parlamentoyê Jussi Halla-aho bi rêjeya ji sedî 19 dengan di rêza 3yemîn de cih girt

Serokê Banka Navendî ya Fînlandiyayê Olli Rehn jî bi ji sedî 15,3 dengan di rêza 4an de pêşbirk qedand.

Tê çaverêkirin ku sibe encamên fermî yên hilbijartinan werin eşkerekirin,

Tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya di navbera Stubb û Haavisto de wê di 11ê Sibatê de were kirin.

Back to top button