Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kes ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dan û 83 kes jî pêketine.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku di 24 seatên dawî 4 kesê ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dane, 3 mêrin û jinek.
Mustefa destnîşan kir 41 mêr û 42 jin bi Coronayê ketine, her wiha 3 kesê ku pêketibûn, baş bûne.
Bi van daneyan re, hejmara pêketiyê Coronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştiye 16 hezar û 911 kes, ji wan 694 kes mirine û hezar û 739 kes baş bûne.