Husiyan li Kendava Adenê keştiyeke Amerîkî kirin armanc

Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku wan keştiyeke hêzên deryayî yên Amerîkayê li Kendava Adenê bi mûşekan kirine armanc.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya X’ê de derbarê êrîşa hêzên Hûsiyan a li Kendava Adenê ya li başûrê Yemenê de agahî da.

Serî diyar kir ku wan keştiya hêzên deryayî ya Amerîkayê “Lewis B Puller” bi “mûşeke behrê ya guncav” kirine hedef.

Her wiha Yahya Serî diyar kir ku êrîşa navborî ji bo piştgiriya gelê Filistînê û ji bo bersivdayîna êrîşên DYA û Îngilistanê yên li ser Yemenê hatiye kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin:

“Erkên keştiyê piştgiriya lojîstîk ji bo hêzên Amerîkî yên beşdarî êrîşa li ser welatê me bûne, heye.”

Serî di daxuyaniyên xwe de destnîşan kir ku heta êrîşên li ser Xezayê rawestin û dorpêç neyê rakirin ew ê astengkirina keştiyên ku girêdayî Îsraîlê ne an jî diçin benderên Îsraîlê bidomînin.

Husiyan li Yemenê keştiyê şer a Amerîkî armanc girt

Back to top button