Rapora Hejariyê: Li YE ji çar zarokan yek di bin şertên hejariyê de ye

Li nava YE rewşa zarokan jî zehmet bûye.
Rêxistina Save the Childern (Zarokan Xelaskin) ragihand ku li YE ji 4 zarokan yek ji wan bi hejariyê re rûbirû ye.

Rêxistina sivîl a navneteweyî Save the Children rapora xw eya li ser rewşa zarokên li nava welatên Yekîtiya Ewropa eşkere kir.

Rêxistinê eşkere kir ku li welatên Yekîtiya Ewropayê di sala 2021’an de jimara zarokên li ser xeta hejariyê 200 hezar zêde bûye û gihiştiye 19,6 mîlyon.

Save the Children diyar kir ku zêdebûna lêçûna jiyanê, krîza avhewa û pandemiya Covid-19 di vê zêdebûna hejariyê de rol lîstiye.

Parêzvanê ji bo parastina mafê zarokan yê Save The Children Eric Grosshaus, daneyên berpirsiyarê xizaniya zarokan û newekheviya civakî, wekî “xerab” binav kir.

Rapor nîşan da ku zarokên bi paşerojeke koçber, penaber, penaxwaz, bê kaxez an jî bêkes di nav komên herî zêde mexdûr bûne de ne.

Mînak li Îtalyayê ji sedî 32,4ê koçberan di nava xizaniyê de dijîn.

Ev rêje di nava welatiyên Îtalyayê de ji sedî 7,2 ye.

Tevî van, zarokên di malbatên yek dê û bav de dijîn, zarokên ji kêmneteweyên etnîkî û zarokên astengdar jî di xetereyê de ne.

Di çarçoveya lêkolînê de, nîşana “AROPE” ku amûra sereke ya ji bo pîvandina pêşkeftina di armanca 2030’an de ji hêla YE ve hatî destnîşan kirina li ser birçîbûn û dûrketina civakî ya li Ewropayê, hate bikar anîn.

“Pêwiste zarok bi zikê vala neçin dibistanê”

Rêvebera Save the Children ya Ewropayê Ylva Sperling, diyar kir ku divê ti zarok bi zikê vala neçe dibistanê .

Sperlîng da zanîn ku gelek malbatên ku ji ber krîzên li Ewropayê di warê xwarin û germkirinê de pirsgirêka wan heye, nikarin pêdiviyên bingehîn ên ji bo pêşketin û tenduristiya zarokên xwe bi cih bînin.

Sperlîng got,

Divê “biryarên wêrek” bên girtin.

Xebatên rêxistinê nîşan didin ku zêdetirî du milyon zarok li Almanyayê di nava xizaniyê de dijîn.

Grosshaûs got, “Li Almanyayê ji her 5 zarokan yek di nava xizaniyê de dijî.

Êdî cihê hincetekê nemaye.

Divê hikumeta Alman êdî sozên xwe yên li dijî xizaniya zarokan bi cih bîne.”

Back to top button