Hewldana kuştina Cîgira Serokê Arjantînê Kirchner hate kirin

Ji ber nelirêtiyên Cîgira Serokê Arjantînê Kirchner li welat kînek zêde heye.
Herî dawî li welat kesekê hewil da Krichner bikuje.

Alîgirên Kirchner piştî biryara dozgeriyê ya cezayê 12 salan li ber mala wê bi rojane di nava çalakiyê de ne.

Kichner dema ku wê biketiba mala xwe ya li navçeya Recoleta kesekî ji nava alîgirên wê çek derxist.

Hat parvekirin ku êrîşkar çeka xwe nêzî rûyê Kirchner kiriye û teqandiye, lê çek neteqiye.

Serokê Arjantînê Alberto Fernandez piştî çalakiyê got,

“Ji dema me demokrasiya xwe vegerandî ve, êrîşa li dijî Cristina Kirchner pêk hatî, êrîşa herî giran e.”

Wezîrê Ewlekariyê Annibal Fernandez da zanîn ku piştî bûyerê êrîşkar Fernando Sabag Montiel (35) hatiye binçavkirin û çek ji bo analîzê hatiye şandin.

Hate ragihandin ku êrişkar ji Brezîlyayê ye.

Cristina Fernandez de Kirchner, Seroka berê ya Arjantînê û Cîgira Seroka niha ya Arjantînê ye.

Ew bi sûcdariya xapandina dewletê û tevlêbûna planek ji bo veguheztina pereyên giştî di dema du serdemên xwe yên serokatiyê yên navbera 2007-2015’an de, bi 12 sal cezayê girtîgehê hat mehkûm kirin.

Back to top button