Polonya wê 1.3 trîlyon dolarî tazmînat ji Almanya bixwaze

Di şerê cîhanê yê duyemîn de, yek ji welatên herî zêde ziyan dîtî Polonya ye.
Polonya tespît kir ku ziyana di şerê de li welat bûyî 1.3 trîlyon dolar e û vê yekê jî ji almanya dixwaze.

Hikumeta Polonyayê ragihand ku ji ber dagirkeriya Nazî ya dema Şerê Cîhanê ya Duyemîn û dagiriya pênc salan a li ser Polonyayê, wê 1.3 trîlyon dolar tazmînatê ji Almanyayê bixwaze.

Lîderê Partiya Edalet û Hiqûqê ya Polonyayê Jaroslaw Kaczynskî doh daxuyaniyek da û got,

“Ji bo destpêkirina danûstandinên tazmînatê em ê li Almanyayê vegerin.”

Almanya ku şirîkê herî mezin ê bazirganiyê yê Polonyayê, endamê Yekîtiya Ewropa û NATO’yê, beriya niha gotibû ku hemû îdîayên malî yên têkildarî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatine çareserkirin.

Partiya Edalet û Hiqûqê (PîS) a li desthilatdariyê, ji sala 2015’an dema destpêkirina desthilatdariya xwe ve ji bo tazmînatê gelek caran bang kir.

Lê heta niha Polonyayê bi rengekî fermî tazmînat nexwest.

Back to top button