Sûcên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilata Sûrî

Dewleta tirk bê ku hesaban ji kesê re bike sûcên xwe yên şer li ser xaka Sûrî zêdetir dike. Navenda Belgekirina Sûcên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku dewleta tirk tenê di herdu mehên dawiyê de, 5 sivîl kuştine û 22 kes jî birîndar kirine. Her wiha 5 hezar kes jî neçar kiriye ku ji cih û warê xwe koçber bibin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca dagirkirina hêremên Bakur û Rojhilata Sûriyê êrîşên xwe zêde dikin.

Derbarê van sûcan de Navenda Belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûrî daxuyaniyeke nivîskî da û sûcên dagirkeran yên di Mijdar û Kanûnê de eşkere kirin.

Navendê diyar kir ku hejmara sûcên ku li herêmên gundewarên Reqayê, bajarokê Eyn Îsayê, gundewarên Hesekê, Til Temirê û navçeya Zirganê pêk hatine, gihîşt 67’an.

Li gorî daxuyaniyê:

5 sivîl hatine kuştin û 22 jî birîndar bûne, di nav de 5 kes felc bûne.

Her weha di enacama êrîşan de 6 gund hatin valakirin û zêdeyî 5 hezar sivîl koçber bûn.

Navendê destnîşan kir ku bi topbarana bêserûber li ser herêma Eyn Îsa, metirsî li ser jiyana bi hezaran sivîlên ku di kampa Eyn Îsayê de kiriye.

Di encama van êrişan de jî binesaziya herêman hatiye wêrankirin û du dibistan û navendeke tenduristiyê hatin topbarankirin.

Navenda Belgekirinê: Dagirker 30 êrîş li dijî herêmên Efrîn û Şehba pêk anîn

Her wiha ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşê û sûcên xwe li dijî herêmên Şehba û Efrînê jî di domînin.

Navendê eşker kir ku di nava herdu mehên dawiyê de, 30 êrîş li dijî herêmê pêk hatine.

 

Back to top button