Li Başûrê Kurdistanê berfê devera Hacî Omeran a Hewlêrê spî kir

Li başûrê Kurdistanê berfê devera Hacî Omeran a Hewlêrê spî kir û tevgera bazirganî ya sînor rawestand.

Ji şeva borî ve li Başûrê Kurdistanê pêla barîna baran û berfê destpê kiriye.

Vê pêlê Hacî Omeran û Balekayetî jî girt.

Heta danê sibehê zêdetirî 30 santînmetreyan berf li herêmê barî.

Ji ber berfê riya Deriyê Sînor ê Hacî Omeran hate girtin.

Tîmên paqijkirina riyan riya ji berfê paqij dikin.

Back to top button