Ji ber bahoza Agatha 10 kes mirin, 20 jî winda ne

Li Meksîka bahoza yekem ya salê li welat xist.
Bahoza Agatha ya li başûrê welat xistî bû sedema mirina 10 kesî.
Her wiha derdora 20 kes jî winda ne.

Walî Oaxaca Alejandro Murat daxuyaniyek da Radyo Formûla û diyar kir ku 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Alejandro Murat got,

“Niha li çiyê derdora 20 kes winda ne.”

Dema bahoza Agatha li qada bejahî da windahiyên canî çênebûn, lê bi hatina barana dijwar a doh serê sibehê bû sedem ku av di ser çem re bifûre û ax bişemite.

Agatha ku li peravên Pasîfîk ên Meksîkayê bahoza destpêkê ya vê demsalê ye, roja Duşemê piştî nîvro bandor li rojavayê Pûerto Angel kir.

Pûerto Angel bajarokekî peravî ye û 2,500 mirov lê dimînin.

Navenda Bahoza Neteweyî ya Emerîkayê (NHC) bi daxuyaniyekê ragihand ku bahoza Agatha ji sala 1949’an ve bahoza herî giran a li peravên Pasîfîkê yên Meksîkayê ye.

Meksîka her sal bi giranî di navbera mehên Gulan û Mijdarê de dikeve bin bandora bahozên tropîkal ên li peravên Pasîfîk û Atlantîkê.

Back to top button