Mesrûr Barzanî li dijî Şengal û Rojava bi Pompeo re hevdîtin pêk anî

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi bikaranîna statuya başûr, li qada navdewletî daxwazên dewleta Tirk û planên wî yên li sere Şengal û Rojava pêk tîne.
Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re peywendiyeke telefonî pêk anî û jê xwest ku hêzên Şengalê ji Şengalê derxînin.

‘Ger ne yamin be, bila ne ya ti kesî be.’

Rêveberiya PDK’ê bi vê siyaseta xwe li Rojava, Şengal, Bakurê Kurdistanê û PKK’ê dijminahiyê dike.

PDK ya di pêkanîna şerê navxweyî de, rastî bertekên gelê kurd hat vê carê di qada navnetewî de ketiye pey pêkanîna planên dewleta Tirk.

Ji bo pêkanîna vê siyaseta xwe ya qirêj jî her roj deriyê dagirkeran dixe.

Ev plana siyaseta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye.

Duh hate ragihandin ku Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re peywendiyeke telefonî pêk aniye.

Ji Pompeo daxwaz kiriye ku peymana Şengalê bixin meryetê da ku bikaribin hêzên Parastina Civaka Êzîdî ji holê rabikin.

Her wiha ji Pompeo xwest ku nehêlin ku hêzên kurdî sînorên rojava bikarbînin.

Derdê Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê têkbirina destkeftiyên Kurdan e.

Derdê PDK û Mesrur Barzanî jî, têkbirina destketiyên gelê kurd yên ne dibin kontrola wan de ye.

Ji bo vê yek ji sedemê hêrsa wan ya sereke li dijî Êzidiyan û Şengalê ye.

Mesrûr Barzanî bi bikaranîna statuya Başûr, li qada navdewletî daxwazên dewleta Tirk û planên wî yên li sere Şengal û Rojava pêk tîne.

Nayê zanîn bê ka Mesrûr Barzanî ji bo xwe bêxe çavê Erdogan wisan dike yan jî li dijî deskeftinên gelê kurd yên li her beşeke dine.

Lê ya tê zanîn, Mezrûr Barzanî bi siyaseta xwe ji dijminên kurdan zêdetir ziyanê digihîne gelê kurd.

Back to top button