Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Roj derbas dibin û serhildana Jîna li nava Îran û Rojhilatê Kurdistanê geştir dibe.
Sermaya zivistanê jî nekarî agirê serhildanê vemirîne.
Xwepêşandan bi rasthatina salvegera çalakiyên bixwîn yên 2019’an de berfirehtir bûn.
Xwepêşandêran ji her qadî dengê xwe bilind kirin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd û ji bo azadiyê bê navber dewam dike.

Serhildana gelên Îran û Rojhilat di salvegera xwepêşandanên sala 2019’an de dewam dike.

Sermayê nekarî agirê serhildanê vemirîn e

Tevî serma û barîna baranê jî doh bi şev welatî daketin kolanan.

Ji bajarê Xoy bigre heta bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.

Bi taybet li Urmiye, Mahabad, Bokan, Seqiz, Dîwander, Sine, Kamyaran, Kirmaşan, Abdanan û Îlamê çalakî pêkhatin.

Di çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê de bi dehan kes birîndar bûn

Li gorî agahiyan li Sine du xwepêşanderên bi navê Aram Hebîb û Şaho Behmanî, li Bokan, Mahabad û Seqizê jî 3 xwepêşanderên bi navê Xefur Mewludî, Azad Hisên Pur û Rehman hatine kuştin.

Bi dehan kes jî li van bajaran birîndar bûne.

Cenazeyê Mihemed Hesen Zade ku şeva borî hatibû kuştin, li bajarê Bokan bi merasîmekê spartin axê.

Di dema veşartina cenaze de, bê navber dirûşmeyên dijî dewleta Îranê hatin gotin.

Di merasîmê de behsa pêşengtiya jinan ya di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hate kirin û piştgiriya xwe ji bo jinên pêşeng anîn ziman.

Li Sineyê çil rojiya 4 kesên di xwepêşandanan de hatibûn kuştin hate kirin.

Di merasîmê de bê navber dirûşme hatin gotin.

Li ser asta Îranê jî tevî serma û baranê xelk daketin qadan.

Li Tahran, Meşhed, Babol, Tewrêz, Bender Ebas, Masal, Şîraz, Esfehan û gelek bajarên din çalakiyên berfireh hatin lidarxistin.

Vê carê li bajarê Xumeyn ê cihê ji dayîkbûna damzerênerê Komara Îslamî ya Îranê Ruhula Xumeynî jî çalakî pêkhat.

Heta niha 342 xwepêşandêr hatine kuştin

Doh Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ku navenda wê li Ewropa ye bîlançoya raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir.

Li gorî vê heta niha 342 kes hatine kuştin.

Ji van 42 zarok û 26 jin in.

Di raporê de tê îşaret bi xetereya cezayê darvekirinê ya li hinek kesên hatine girtin bê birîn heye û wiha tê gotin:

“Saziya Dozgeriyê ya Komara Îslamê saziyek serbixwe nîne.

Ji ber beşeke ji amûra çewisandinê ya rejîmê ye.

Biryara dane şermezar dikin û weke nerewa dibînin.”

Back to top button