Koreya Bakur moşekek nav parzemîna ceriband

Koreya Bakur piştî ceribandina moşekên navîn, herî dawî moşekek navbera parzemînan ceriband.
Ev moşek bû sedema Waşîngton, Tokyo û Seûl bikevin alarmê.
Lîderên van welat bi rewşeke awerte civiyan.
Bi ceribandina dawî re, ji despêka salê û heta niha rêveberiya Pyongyangê 34 moşek ceribandine.

Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur li gorî saeta herêmî di saet 10:18’an da ber bi rojhilat ve moşekek bi cûreya ICBM a nav parzemînî ceribandiye.

Wezareta Parastinê ya Japonyayê ragihand ku li gorî saeta herêmî saet 11:23’an de, tê texmînkirin moşek li nava herêma taybet a neteweyî ya Japonyayê ketiye.

Hat destnîşankirin moşeka 69 deqeyan li hewayê mayî, bi qasî 1000 kîlometreyî dur çûye.

Tê gotin moşeka navborî dikare bigihêje 6 hezar kîlomêtro bilindahî.

Sekreterê Kabîneya Japonê Matsuno Hirokazu ragihand ku welatê wî fermana îmhakirina mûşeka navborî nedaye.

Rêveberiya Pyongyang îsal moşeka 34. jî ceriband

Televîzyona Giştî ya Japonyayê NHK ragihand ku rêveberiya Pyongyangê îsal ceribandina 34. a moşekê moşekê pêk aniye.

Waşîngton, Tokyo û Seûl civînek awerte pêk anîn

Piştî ceribandina dawî, rêveberên Waşîngton, Tokyo û Seûlê ketin tevgerê.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Japonyayê, lîder li Bangkokê di çarçoveya Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Aborî ya Asya Pasîfîk (APEC) de hatin cem hev.

Serokwezîr Kishida Fumio ji Japonyayê, Cîgirê Serok Kamala Harris ji Amerîka û Serokwezîrê Koreya Başûr Han Duck Soo ji welat bi rêya online beşdarî civîna awarte bûn.

Li gorî berpirsê Koşka Spî, serokwezîrên Kanada, Awistralya û Zelanda Nû jî beşdarî civînê bûne.

Back to top button