KCK’ê sersaxî da xelkên Silêmaniyê

KCK’ê sersaxî li tevahî xelkê Silêmanî û taybet malbatên qûrbaniyan ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane kir û got: “Xema we xema me ye.
Şifaya xêrê ji bi birîndaran dixwazin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser bûyera teqîna gaza malê ku bi dehan ji şêniyên Silêmaniyeyê bûne qûrbanî peyameke sersaxî û hevxemiya xwe ya bi xelkê Silêmanî re parve kir.

Peyama KCK’ê wiha ye:

“Bûyera dil bi êş a li Taxa Kawize-2 a Silêmanî ku ji ber teqîna gaza malê pêk hatî, ji ber vê yekê hejmarek ji mirovan bûne qurbanî, vê yekê me gelekî êşand.

Her wiha birîneke kûr li ser dil û derûniyê li dû xwe hişt. Hêvî û hestê me bi xelkê niştîmanperwer ên Silmanî re heye, bi taybetî êş û xema malbat û kesûkarên ew welatiyên ku di teqînê de bûne qûrbanî û birîndar bûne.

Xema we xema me ye, ruhê kesên jiyana xwe ji dest dane şad be, selametî û şifaya xêrê ya baş ji bo birîndaran dixwazin

Back to top button