Li Silêmaniyê teqîn, kuştî û birîndar hene

Li taxa Kazyo ya Silêmaniyê teqînek pêk hat. Li gor ajansa Rojnews’ê ji ber teqînê 3 xanî rûxan û birîndar û mirî hene.

Di encama teqîna tanka gazê de li taxa Kazyo yê Silêmaniyê 3 xanî rûxan. Gelek ziyan li malên derdor bûm.

Piştî teqînê tîmên tenduristiyê berê xwe dan cihê bûyerê.

Tê gotin di bin kavilan de hin kes mane.

Tîmên rizgarkirinê hîn xebatên xwe berdewam dikin.

Teqîn li ber mala kesek lê mêvan bû pêk hatiye. Li gorî agahiyan herî kêm 15 kes birîndar bûne.

Rêveberê Ragihandina Tenduristiyê Ragihand ku heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê ragihand ku hemû nexweşxaneyên Silêmaniyê ji bo wergirtina birîndaran amade ne.

Back to top button