“Berdêla endamtiya NATO divê ne li ser pişta Kurdan be”

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ebidilkerîm Omer ku ji bo hevdîtinan ev demeke li Swêdê ye, destnîşan kir ku ew ne li dijî endametiya Swêdê ya li NATO’yê ye, lê belê divê berdêla vê yekê jî ne li ser pişta gelê Kurd be.

Demên dawiyê Rêveberiya xweser ji bo hin hevdîtinan serdana Swêdê kir..

Derbarê vê yekê Hevserokê Desteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Omer axivî..

“Xeteriya DAIŞ ji bo me û Swêd dewame”

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku Xeteriya DAÎŞ’ê ji bo me û ji bo Swêd jî dewam e.

Lazime ev bibe mijara sereke di serdanan de û rêyeke çareseriyê were dîtin.

“Dewleta tirk zemîna êrişê li dijî rojava amade dike”

Têkildarî teqîna li Stenbolê jî ku rayedarên dewleta Tirk yekser PYD-YPG û YPJ sûcdar kirin Ebdulkerîm Omer ev yek anî ziman ..

Ebdulkerîm Omer dawiyê ev yek got : “Kurd ne ew Kurdên berê ne û dem jî ne ew dema beriya sed sala ye.

Kurd xwedî navdeng û xwedî erkên diyarker li herêmê ne.”

Xebatên rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Evdilkerîm Omer û şandeya pêre li swêdê wê heta demekî bidome.

Back to top button