Ji ber qutkirina ava Firatê stasyonên avê yên Reqayê xizmetê derketin

Dewleta Tirk şerê avê li dijî xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
gerînendeyê Nivîsgeha Avê ya Reqayê Hisên El Cerceb diyar kir ku qutkiria ava çemê Firatê dê bibe sedem ku dînamoyên avê yên Reqa û gundewarê wê ji xizmetê derkevin

Gerînendeyê Nivîsgeha Avê ya Reqayê Hisên El Cerceb têkildarî rewşa dawî ya ava Reqayê axivî û derbarê polîtîkayên dagirkeriya tirk ên li ser herê ev agahî da:

“Ava çemê Firatê li paş bendavên xwe girtine û nahêle biherike Sûriyê.

Li gor wê li hevkirinê, para Sûriye ji ava çemê Firatê di her saniyekê de 500 metrekab e.

Ji sedî 60’ê para Iraqê ye û ji sedî 40’ê jî para Sûriyê ye.

Lê Tirkiyê li gor vê yekê tevnagere, av qutkiriye.

Tevî ku me boriyên stasyonên dînamoyan berdana cihê herî kûr, jî ji ber kêmbûna avê nema dînamo dişxulin”

Hisên El Cerceb diyar kir ger qutkirina avê wisa bidome ev yek wê bibe sedem ku dînamoyên avê yên Reqa û gundewarê wê ji xizmetê derkevin

Back to top button