Li Gever a Colemergê Yekîneya Tolhildanê çalakî pêk anîn

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mazlûm Pîrdogan ragihand ku di 30’ê Îlonê de li Taxa Ormanê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê ji du aliyan ve bi teqemeniyên destçêkirî û çekên ferdî li dijî artêşa dagirker çalakî lidarxistine.

Daxuyaniya Yekîneya Tolhidanê ya Şehîd Mezlûm Pîrdogan wiha ye:

“Yekîneyên me yên çalakiyê, 30’ê Îlonê danê êvarê ji du aliyan ve li qereqola Taxa Ormanê ya navçeya Gever ya Colemêrgê çalakiyek bi teqemenî û çekên ferdî pêk anîn.

Piştî çalakiyê polîsên dagirker ên li nava qereqolê ji tirs û xofê bi awayekî raste rast derdora xwe gulebaran kirin.

Piştî çalakiyê yekîneyên me cara duyemîn li dijî konvoya dagirkeran a ji wesayîtên zirxî pêk dihat û dixwestin taxê dorpêç bikin, bi teqemenî û çekên ferdî çalakiyek li dar xistin.

Di encama çalakiyên bi bandor ên yekîneyên me de, dagirker beriya ku bikevin taxê reviyan.

Ev çalakiya ji aliyê yekîneya me hatiye lidarxistin, ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, nûnerê KNK’ê yê li Hewlêrê hat şehîdxistin Denîz Cevdet Bulbun, êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê û hemû gerîlayên şehîd e.

Di encama çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin herî kêm 3 dagirker birîndar bûne.”

Back to top button