Şêniyên Tirbespiyê: Em ê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê bê wate bikin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo berdewamkirina tecrîdê li ser Rêber Apo şermezar kir û destnîşan kirin ku wan xwe bi fikrê wî bi çek kiriye ta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Welatiya bi navê Sebah Wehîd diyarkir ku fikrê Rêber Apo ji bo wan buye xeta jina azad û ev tişt anîziman:

“Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were têkoşîn û berxwedana me berdewam e.”

Welatiyê bi navê Xelîl Şendî jî tecrîdê li ser Rêber Apo û bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember tecrîdê şermezar kir û got:

“Ev hêz û rêxistin bi bêdengiya xwe, di berdewamiya tundiyê, tecrîdê û mêtingerkirina gelan de şirîkên dagirkeriyê ne.”

Têkildarî armancên tecrîdê welatiya bi navê Evîn Şêxmûs jî ev nirxandin kir:

“Tecrîd, bi armanca rêgirtina li pêşiya belavbûna fikrên Rêber Apo e.

Em amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her tiştî bikin.”

Ciwanê bi navê Mizgîn Hisên jî diyarkir ku tecrîd, şerekî taybet e û di şexsê Rêber Apo de gelên herêmê, ciwan û jin tên hedefgirtin.

Şêniyên Kobanê: Ji tecrîdê re êdî bes e

Back to top button