Çigdem Kiliçgun Uçar: Ji bo bi dawîkirina tecrîdê divê demildest gav bê avêtin

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, her wiha parlamenterê Mersînê Alî Bozan,Hevserokê TUAYDER a Çukurovayê Ergîn Altûntaş li ser komploya navnetewî û tecrîda li dijî Rêber Apo nirxandin kirin.
Di nirxandinan de bal kişandin bi dawîbûna tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Li Sazî û rêxistinên bakurê kurdistanê bi nêzbûna 9’ê cotmehê ango destpêkirina komploya navneteweyî, derbarê tecrîdê de nirxandin kirin.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li ber Meclisê têkildarî tecrîda li ser Rêber APO daxuyanî da çapemeniyê û got:

“Her gava meseleya Kurd bêçareserî tê hiştin, berdêla wê ji bo gelên Tirkiyeyê her roj hîn bêhtir giran dibe .

Birêz Ocalan gotibû ‘Bila derfetê bidin, di nava hefteyekê de ez ê karibim atmosfereke aştiyê biafirînim’.

Li hemberî gotina Birêz Ocalan li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, israr li ser xizanî û şer tê kirin.”

Kiliçgun Ûçar bi bîr xist ku 30 meh in tecrîdeke mutleq li Îmraliyê heye û bang li hemû partiyên siyasî û siyasetmedarên li meclisê kir ku ji bo dawî li tecrîdê û vê zextê bê anîn divê tavilê gav bê avêtin.

Îbrahîm Akin: Divê hemû raya giştî li dijî tecrîd û êşkenceyê bi hestiyar be

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin têkildarî rasthatina salvegera komployê ya li dijî Rêber Apo pêk hat û tecrîdkirina wî ji ajansa Mezopotamya re nirxand.

Îbrahîm Akin diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê bi demokrasiya Tirkiyê ve girêdayî ye û got:

“Bi feraseteke ku pirsgirêka kurd û polîtîkaya tecrîdê nabîne ne pêkan e ku aştiyê pêk bê. Ji ber vê yekê divê hemû raya giştî li dijî tecrîd û îşkenceya Îmraliyê rabin.”

Her wiha Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan komploya navneteweyî û pergala tecrîda li Îmraliyê nirxand.

Alî Bozan: Divê daxwaza azadiya birêz Ocalan bê kirin

Alî Bozan jî diyar kir ku bi komployeke navneteweyî tê xwestin pirsgirêka kurd ji ser rûpelên dîrokê bê paqijkirin û ev şîrove kir:

“Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan anîn Tirkiyê û li Girava Îmraliyê bi cih kirin, bi vê yekê re jî hat xwestin pirsgirêka kurd dîl bigirin.

Di komploya navneteweyî de fikir û paradîgmaya Rêber Apo hedef hatiye girtin.”

Alî Bozan bang li gelên Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd kir ku divê li ber tecrîdê rabin her wiha daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.

Ergîn Altûntaş: Armanc paradîgmaya Ocalan bû

Hevserokê TUAYDER a Çukurovayê Ergîn Altûntaş jî anî ziman ku hêzên ku dixwazin rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin li dijî Abdullah Ocalan ev komplo pêk anîn.

Altûntaş bal kişand li ser armanca komployê da zanîn ku armanca vê destwerdanê ne tenê ji aliyê leşkerî ve, li ser paradîgmaya Rêber Apo bû.

Back to top button