DYA rê da Îsraîlê ku çekên Arrow-3 bifiroşe Almanyayê

Amerîka erê kir ku Îsraîlê bi 3,5 mîlyar euroyî sîstema parastina moşekî Arrow-3 bifiroşe Almanyayê.
Tê payîn ku şîrketên parastinê yên Îsraîl û Almanya di demek nêz de peymana firotanê îmze bikin.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA’yê firotina sîstema parastina moşekî ya Arrow-3 ya hevpar a DYA-Îsraîl’ê ji bo Almanyayê pejirand.

Tê çaverêkirin ku şîrketên parastinê yên her du welatan werin ba hev û ji bo firotina 3,5 milyar euroyî peymanek îmze bikin.

Wezareta Parastinê diyar kir ku di dîroka Îsraîlê de ev firotina leşkerî ya herî mezin e.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Joav Gallant ev destûr weke “ji bo berfirehkirina artêş û aboriya Îsraîlê biryareke girîng” nirxand.

Gallant got,

“Ji bo her cihûyekî jî girîngiyek mezin e ku Almanya hêza parastinê yên Îsraîlê bi dest bixe.”

Wezareta Maliyeyê ya Almanyayê ragihand ku bihayê giştî ya firotinê wê bigihêje 3,99 milyar dolarî.

Komîteya Budçeyê ya Meclisê, di Hezîrana borî de ji bo firotina sîstema parastina moşekî ya mijara gotinê 560 milyon euro pejirand.

Ji bo ku firotin pêk were divê parlementoyên her du welatan heta dawiya salê biryarê erê bikin.

Pergalên parastina moşekî Arrow-3 ku berhema hevpar a Îsraîl û DYE ye, ji sala 2017’an ve li baregehên hewayî yên Îsraîlê tên bikaranîn.

Sîstema ji bo parastina li dijî mûşekên dûravêj hatiye çêkirin, ji bo parastina Îsraîlê ji êrîşên muhtemel ên Îran û Sûriyeyê tê bikaranîn.

Back to top button