Ukryana: Me li eniya Başûr-Rojavayê welat serketin bidest xistin e

Artêşa Ukrayan dixwaze li eniya başûr-rojhilatê welat serketinê bidest bixe.
Ji ber vê yekê bala xwe ya li ser herêma Derya Azov.
Li aliyekî din, YE wê fona bo Rûsya û Belarûsyayê dihat cudakirin bide Ukraynayê.
YE dibêje ev biryar encama şerê “hov” yê Rûsyayê li dijî Ukraynayê ye.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku li eniya başûr-rojhilatê welêt di êrîşên xwe yên li dijî hêzên Rûsyayê de pêşde çûye.

Kîev hewl dide ku hêzek bi dest bixe da ku ber bi herêmên Deryaya Azov ya li başûr ve biçe.

Di vê çarçoveyê de hêzên artêşê ragihandin ku li başûrê gundê Urozhaine yê Donetskê pêşketin bi dest xistine.

Berdevkê leşkerî Andriy Kovaliov di daxuyaniyekê de got, “Leşkerên Ukrayna li başûrê Urozhaine biser ketin.”

Piştî 3 hefteyan Urozhaine gundê yekem ket bin kontrola Ukrayna

Gund bi qasî 100 km li rojavayê bajarê Donetsk ê di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Kovaliov her wiha diyar kir ku li bakurê rojhilatê herêma Xarkovê û derdora gundekî li rojhilatê nêzî bajarê Bahmutê şerek dijwar rûdide.

Bahmut di meha Gulanê de ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatibû kontrolkirin.

“Ukrayan wê di nava 2023’an de balafirên F-16 bidest nexe”

Berdevkê Hêza Esmanî ya Ukraynayê Yuriy Ihnat şevê din got,

Me fam kiriye ku em ê nikaribe di sala 2023’an de balafirên şer ên F-16 yên Amerîkî bikar bîne.”

Kîev demeke dirêje ji welatên hevalbendên xwe daxwaza girtina balafirên F-16 kir.

Tevî Serokê DYA Joe Biden di meha Gulanê de razîbû ku pîlotên Ukraynî pewerde bike jî lê demek ji bo dayîna van balafiran bû Kîevê diyar nekir.

Rûsya ji pêncan yekê Ukraynayê ku nîvgirava Kirimê, piraniya herêma Luhansk û Donetsk, Zaporojiya û Xerson kontrol dike.

YE wê fonê bo Rûsya û Belarûsê bide Ukrayna û Moldovayê

Li aliyekî din, Yekîtiya Ewropa bernameyên hevkariyê yên 135 mîlyon euroyî yên ku berê ji bo Rûsya û Belarusê veqetandibû betal kir.

Yekîtiyê biryar da ku vê fonê bide Ukrayna û Moldovayê.

Komîsera Komîsyona Ewropa Elisa Ferreira, ji bo lihevkirin û reforman, teqez kir ku ev biryar encama şerê “hovane” yê Rûsyayê li dijî Ukraynayê ye.

YE jî biryar da ku li Fînlandiya, Estonya, Letonya û Polonya, herêmên di çarçoveya bernameya hevkariyê ya bi Rûsya û Belarusê re dikarin beşdarî bernameyên din ên heyî bibin.

Wezareta Parastinê ya Polonyayê ragihand ku wê 10 hezar leşker li ser sînorê rojhilatê welatê Belarûsê wekî “pêşgiriyê” werin bicihkirin.

Ukrayna: Di êrişa Rûsyayê de ziyan li depoyên genim bûye

Back to top button