Keştiya koçberan li Rojavayê Afrîkayê noqî avê bû

Li Rojavayê Afrîkayê keştiya ku 101 koçber têde bû noqî avê bû.
Heta niha 38 kes hatine rizgar kirin, lê aqibeta yên din nediyare.
Tê texmînkirin ku herî kêm 60 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Li peravên Salê, girava Cape Verde, felaketeke din a koçberiyê rû da.

Li gorî agahiyan keştiya koçberan a ku hewil didan biçin Giravên Kanarya yên Spanyayê noqî avê bû.

Wezareta Karên Derve ya Senegalê diyar kir ku di 10’ê Tîrmehê de keştiya bi 101 koçberan bi rê ketiye.

Bêtirî 60 koçber di nava beherê de winda ne

Lê heta niha tenê 38 kesên ku di nav wan de zarok jî hene hatine dîtin û rizgar kirin.

Tê texmînkirin ku herî kêm 60 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyan keştî ji Senegalê derketiye û ev mehek e li Atlantîkê ye.

Keştiya masîgiran a Spanî ya 320 km dûrî Girava Salê ye, di nav behrê de keştî ferq kir û agahî da rayedaran.

Karbidestên Cape Verdean bang li raya giştî kirin ku pêşî li van felaketan bigirin.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku di nav kesên rizgar bûne de 4 zarokên 12-16 salî hene.

Li gor rayedarekî Senegalê, hema hema hemû kesên di keştiyê de li bajêr Fasse Boye ne.

Heta niha jî hin malbat ji bo xizmên xwe li benda agahiyekî zelalin.

Rayedaran diyarkirin ku di keştiyê de koçberên ji welatên Sierra Leone ve Gine Bissau jî hebûn.

Di nava 3 salan de nêzî 2500 koçber li ser rêya Giravên Kanaryê mirin

Heta niha di navbera sala 2020 û 2023’an de, nêzî 67 hezar kes çûne Giravên Kanarya.

Di heman demê de li ser rêya koçberiyê 2 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Lê tevî xeteriya heyî jî mirov ji ber xizanî û bêîstîkrariya siyasî li welatên Afrîkayê neçar dimînin ku koçber bibin.

Back to top button