Çeteyekî DAIŞ’ê li revandina 100 kesî ji kampa Holê mikur tê

Çeteyekî DAIŞ’î yê bi navê Etaallah Mihemed Xelîfe ku li gel hêzên QSDê girtî ye li xwe mukir hat ku wî 100 kes ji malbatên DAIŞ’ê yên di kampa Holê de revandiye. Çete Xelîfe anî ziman ku berpirsê yekser ê şaneya wan li parêzgeha Hewlêrê dijî.

Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ji bo revandina malbatên xwe ji Kampa Holê di nava liv û tevgerê de ne.

Çeteyekî DAIŞê ku di çarçoveya rêze-operasyonên QSD’ê hatiye girtin, li vê yekê mikurtê ku wî 100 kes ji Kampê revandine, ber bi Iraqê.

Ev çete, Etaallah Mihemed Xelîfe bi aslê xwe Iraqiye û endamê şaneya bi navê Ebû Nimir El-Cihêşî ku 11’ê Adara 2020’an ji aliyê QSD’ê ve hatiye gitin.

Ajansa nûçeyan ANHA’yê xwe gihand vî çeteyî û mikurhatinên wî biparve kir.

Çete Etaallah Mihemed Xelîfe anî ziman ku wî erka wî di navbera berpirsê şaneyê û endamên şaneyê yên li kampê û derveyê wê navbeynkarî dikir.

Min karê qaçaxçiyên malbatên DAIŞ’ê ji Sûriyê ber bi Iraqê ve, bi Hisên El-Ebdo,

Ebû Mişel El-Şemerî, Deham Ewad El-Elî û birayê wî Ebû Salih û Ebû Xalid El-Şerabî, dikir

Min di dawiya sala 2018’an dest bi karê qaçaxçiyê kir.

Min malbatên çeteyan ji kampa Holê direvandin Iraqê.

Me zêdetirî 100 kesî ji kampê revandine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Asayîşa Kampê heta nih rê li ber gelek hewldanên revê girtiye.

Etaallah Mihemed Xelîfe mikurhat ku berpirsê wan li Başûrê Kurdistanê û Mûsilê ya di bin kontrola hikumeta Iraqê de, dimîne.

Jixwe li Kampa Holê 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye ji xetertirîn kamp li cîhanê ye ji ber ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin.

Tevî bangên Rêveberiya Xweser û NY li dewletan ji bo welatiyên xwe yên li kampê werbigirin, lê heta niha tu dewletan gavên cidî neavêtiye.

Back to top button