Li Meqdîşo paytexta Somalê, ji ber armanckirina karwaneke şandeya parastina aştiyê ya Afrîkî, 5 sivîl hatin kuştin.
Di encama teqîna bombeyeke çandî de, ku şandeya parastina aştiyê ya Afrîkî hatibû armanckirin, îro li kolanên Meqdîşo 5 kes hatin kuştin.
Hêzên ewlehiyê cihê êrîşê dorpêç kir û birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Heta niha hikûmeta Somalê ti agahî der barê vê êrîşê de neda û ti aliyî jî berpirsyartiya xwe ranegihandiye.
Lê tiliyên tawanbariyê dirêjî çeteyên tevgera El- Şebab a ku pir li paytextê çalak e, dibin.