Li Fransa û Almanyayê li dijî tecrîdê civînên gel hatin lidarxistin

Li Fransa û Almanyayê li dijî tecrîda Rêber Abdullah Ocalan civînên gel hatin lidarxistin.

Li paytexta Fransa Parîsê û bajarên Creteîl û Rennesê civînên gel hatin lidarxistin.

Mijara sereke ya civînan tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd û rol û mîsyona gel a di vê mijarê de bû.

Di civînên gel de hat ragihandin ku di hefteya destpêkirina komploya navneteweyî de wê li gelek navendan meş bên lidarxistin û 7’ê Cotmeha 2023’yan saet 14:00’an li Parîsê meşek bê lidarxistin.

Her wiha li bajarê Kassel ê Almanyayê jî civîna gel hat lidarxistin. Yek ji parêzerên Rêber Apo, Omer Guneş tevlî civînê bû.

Omer Guneş di nîqaşên civînê de behsa girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber APO ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aramiya herêmê hat kirin.

Her wiha hate ragihandin ku 10’ê Cotmehê di saet 10:00’an de li ber Parlementoya Ewropayê ya li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya mezin tê lidarxistin.

Back to top button