Artêşa Malî, kuştina 10 çetan ku li nêzî sînorê Borkîna Faso bûn, ragihand. MIX
Artêşa Malî ragihand ku 10 çete di armanckirina karwaneke leşkerî de, li nêzî herêma sînorî ya bi Borkîna Faso re, hatin kuştin.
Li gorî agahiyên artêşê, di encama vê êrîşê de, ti kes ji hêzên wan nehatin kuştin.
2 serokeşîrên Somalî hatin kuştin
Her wiha, çeteyên Hereket El-Şebab li parêzgeha Benadir 2 êrîş pêk anîn, 2 Serokeşîrên Somalî hatin kuştin.
Li gorî agahiya, herdu şêxên ku hatine kuştin, beriya 4 salan ji bo nûnertiya Somalyayê hatibûn hilbijartin.



