Li bakur Libnanê konên penaberên Sûrî tên şewitandin

Şeva borî li bajarê Meniya yê bakurê Libnanê, hin kesan konên penaberên Sûrî dan ber agir.

Ajansa niştimanî ya ragihandinê diyar kir ku, ji ber pirsgirêkekê di navbera kesekî ji malbata El-Mîr û hin karmendên Sûrî de şerê bi destan derket û 3 kes birîndar bûn.

Li gorî ajansê, piştî vê yekê, çend xortên Malbata El-Mîr, konên penaberên Sûrî yên li Meniya dan ber êgir.

Erebeyên Parastina Sivîl ji bo vemidrandina şewatê berî da deverê, ji bo rawestandina rageşiyê jî, yekîneyeke artêşa Libnanê destwerdan kir.

Back to top button