Sûdan…di şerekî êlan de 7 kes hatin kuşin

Li herêma Darfor a Sûdanê, di şerekî êlan de, 7 kes hatin kuştin.

Berdevkê fermî yê gerînendeya penaberan Adem Rejal bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Qerîda ya Darforê, 6 kes hatin kuştin û 34 jî birîndar bûn.

Rejal diyar kir ku, 2 êlên li deverê pev ketin û nayê zanîn sedema pirsgirêkê çi ye.

Hin alî van bûyeran bi yên plankirî pênase dikin ku armanc jê, têkbirina ewlehiya herêma Darfor, berya derketina hêzên UNAMID ên NY ji herêmê.

Sala 2007 ji ber şerê di navbera hêzên çekdar û rejîma Sûdanê de, bi biryara Konseya Ewlekariyê ya navnetewyî, hêzên UNAMID li Darforê hatin belavkirin.

Konseya Ewlekariyê biryar dabû ku hêzên UNAMID dawiya vê salê ji Darforê derxîne û şandeyeke siyasî ji bo pêvajoya veguhastina desthilatdariyê bişîne Sûdanê.

Back to top button