Li Iraqê, di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê, 4 çete hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê yê Iraqî ragihand ku hêzên wan li parêzgehên Selaheldîn û Diyalayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê du operasyon, pêk anîn.
Di encamê de, 4 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Li gorî agahiyan ev şaneya hatiye girtin, amadekariya êrîşan di şeva sersalê li Bexdayê dikirin.
Li parêzgeha Enbar û Kerkûkê, di encama operasyonên Istixbaratî de, 2 çete hatin kuştin û 13 jî hatin girtin, her wiha 49 mûşk hatin desteserkirin.