HPG: Li qada berxwedanê ya şehîd Şahîn a Zapê 21 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayan artêşa Tirk a dagirker ku 3 roj in hewl dide li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dagirkeran deyne, kir armanc, Û 21 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî parve kir:

“Hewldana dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn a ji bo danîna leşkeran 3 roj in didome.

Hêzên me bi awayekî bi bandor li dagirkerên ku ji bejahiyê ve xwestin bipêşve biçin, xistin.

Hêzên me bi şêwazê şerê gerîla çalakiyên li pey hev pêk anîne.

Di van çalakiyan de 18 dagirker hatin cezakirin.

Dema ku dagirkeran dixwestin cenazeyên xwe rakin jî bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin û li wan hate xistin.

Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Di encama çalakiyên 22’ê Nîsanê yên li Qada ya Şehîd Şahîn de, bi giştî 21 dagirker hatin cezakirin.”

Back to top button