Dewleta Tirk a dagirker gundên Şera û Şehbayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî û gundên Şehbayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê dane ber topan.

Heta niha nêzî 30 guleyên obîsan li gund ketine.

Beriya niha bi çend saetan dîsa dewlata Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Şewarxa û Meranazê yên navçeya Şera ya Efrînê û gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û derdora Şêx Îsa yên Şehbayê topbaran kirin..

Heta niha zêdetirî 60 mûşek li herêmê xistine.

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Efrînê û Şehbayê dan ber topan

Di saetên piştî nîvro jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Ajar, Alqemiyê, Meştel û Merenaz ên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kiribû.

Her wiha gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Semûqa, navçeya Til Rifet û Bendava Şehbayê yên herêma Şehbayê jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi obîsan hatin bomberdumankirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi top û mûşekan gundê Um El-Qura yê Şehbayê jî topbaran kirin.

Back to top button